Berdevkê PDKê: Partiyên siyasî yên Kurdistanê bûne sê pisk
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed got ku partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di mijara pêkanîna hikûmetê de bûne sê pişkan.
Mehmûd Mihemed ji televîzyona K24ê re da xuyakirin, “Partiyên siyasî di mijara şirîkbûna hikûmetê de bûne sê pişkan; hinek beşdar dibin, hinekan opozîsyontî hilbijartine û hinek jî heta niha nayê zanîn dê çi bikin.”
Mihemed ji bo YNKê jî got, ji xwe PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirine, ji ber wê jî YNK dê beşdar bibe û êdî ji vir şûnde ya girîng pêkve karkirin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin