Berdevkê PDKê: Ne hêsan e gef li ser statuya Herêma Kurdistanê bê kirin

14 June 2023 22:08 0 dîtin
Berdevkê PDKê: Ne hêsan e gef li ser statuya Herêma Kurdistanê bê kirin

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku ne hêsan e gef li ser statuya Herêma Kurdistanê were kirin.

Mehmûd Mihemed da xuyakirin, “Ji niha û şûnde encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê di berpirsiyariya Serokatiya Herêma Kurdistanê de ye.”

Mihemed destnîşan kir, êdî bi hêsanî gef li ser statuya Herêma Kurdistanê nayê kirin û diyar kir, PDK hewl dide ku hilbijartin bêne encamdan.

Herwiha Mehmûd Mihemed anî ziman ku budçeya Iraqê li gorî daxwaziya wan nehatiye qebûlkirin.

Li aliyê din Serokê Desteya Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî jî li ser hewldanên gefxwarina statuya Herêma Kurdistanê got. “Heta ku kurdên qenc hebin, dê statuya Herêma Kurdistanê jî hebe.”

Mîranî da zanîn ku ew dê ji bo kurdan bi YNKê re hevdîtinan bikin.