Parlamentera PDKê: Ev yek, hewila derbe û lawazkirina statuya Herêma Kurdistanê ye!
PeyamaKurd- Endama Encumena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf, li ser dijberiya hinek derdoran a li hember Herêma Kurdistanê axivî.
Eşwaq Caf, di derbarê pesendkirina proje yasaya budceya Iraqê de axivî û got ku
“Tiştê ku em di Parlamentoya Iraqê de dibînin, hewildaneke ji bo lêdana darbeyekê li ser statuya Herêma Kurdistanê ye.
Partiyên ku nikarin xizmeta gelê Kurdistanê bikin û naxwazin beşdarî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, di her fersendê de hewil didin ku derbekê li statuya Herêma Kurdistanê bixin. Ev yek ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye."
Parlamentera PDKê bi berdewamî bal kişand ser desthilatdariya Herêma Kurdistanê û got,
“Mixabin tiştê ku em dibînin, hewildanên lawazkirin û hilweşandina Herêma Kurdistanê ne. Xweşbextane ev hewildan bi ser neketin. Di proje-yasaya budceyê de binpêkirinên li dijî Herêma Kurdistanê di paragrafekê de hatine gotin.
Ji ber ku Destûra Iraqê, destûrê nade hikûmeta Iraqê ku rasterast bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re mijûl bibe. Ji ber vê yekê şaşfêmkirinek eşkere heye. Hin parlamenteran hizir dikir ku hikûmeta Iraqê rasterast bi Silêmaniyê re mijûl bibe.”
Caf destnîşan kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî wekhev li parêzgehan tevdigere û projeyan bi awayekî wekhev dabeş dike û got,
“Mixabin hinek kes hewil didin ku xelkê Silêmaniyê bihêlin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê zilmê li wan dike. Na, hikûmeta Herêma Kurdistanê zulmê li wan nake, berovajî vê yekê hewil dide rastiyê berovajî neke.”
Eşwaq Caf, di derbarê dahata deriyên sînorî yên Silêmaniyê de jî axivî û got,
“Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe dixwazin hêzeke hevbeş biçe deriyên sînor û ji gumrika Îbrahîm Xelîl dest pê bike. Lê hevalên YNKê ev yek qebûl nekir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin