Ji pist hewila derbeya Almanyayê, Prens Heinrich derket

08 December 2022 18:30 0 dîtin
Ji pist hewila derbeya Almanyayê, Prens Heinrich derket

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê qada ewlehiya Almanyayê ve hatin ragihandin, ji pişt hewila derbeya leşerî ya ku duh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêşî lê hat girtin, Prens Heinrichê 13emîn derket.

Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin, rêxistina rastgirên hişimdar a ku Almanyayê tune dihesibîne, plansaziyeke wisa kiriye ku bi rêya vê derbeya leşkerî, Prens Heinrichê 13emîn ê ku endamê xanedana 700 salan e, bîne ser desthilatiya welêt.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Federal a Almanyayê de di nav kesên desteserkirî de parlementera berê yê Partiya AFDê Birgit Malsack-Winkemann û Prens Heinrichê 13emîn jî cih digirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di vê operasyona ku wekî operasyona herî mezin a dîroka Almanyayê hat pênasekirin de ji 3 hezaran zêdetir hêzên ewlehiyê cih girtine û di nav kesên ku di lêpirsînê de ne, hêzên taybet ên artêşa Almanyayê û leşkerên berê yên xwedî perwerdehiya taybet jî hene.