Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ji pirsên televizyona Swêdê hêrs bû û terka wesanê da
PeyamaKurd - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin hevpeyvînek da weşana fermî ya Swêdê SVT û li ser pirsên rojnamevan hêrs bû û terka weşanê da.
Rojnamevanê Swêdî di hevpeyvînê de, pêşî pirsa ‘nêzî 10 gumanbarên ku ji aliyê Swêdê ve tênE xwestin li Tirkiyê ne. Gelo ev kes dikarin radestî Swêdê werin kirin yan na?’ kir û Kalin got, “Ez nikarim li ser dosyayên kesane şîrove bikim lê prensîbeke me ya parastin û veşartina tawanbaran nîne.”
Herwiha Kalin li ser pirsa “Gelo Tirkiye ji tawanbarên giran û endamên mafyayan re stargehek e yan na?” jî got: “Hûn welatekî bi giştî tawanbar dikin. Ev nayê qebûlkirin.”
Di dewama hevpeyvînê de Kalin hêrs dibe û dibêje; “Ajandayeke we ya cuda heye. Hûn bi gotina ku Tirkiye navenda bazirganiya kokaînê ye tawanbariyên bêbingeh dikin. Ev gotinên PKKê ne, gotinên FETO ne. Ev ne rojnamevaniyeke rast e.”
Piştî van gotinan Kalin xwest, weşan bê qutkirin û terka weşanê da ku ew hevpeyvîna nîcomayî di malpera televizyona Swêdê SVTê de jî hatiye weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin