Berdevkê Serokomariya Tirkiyê: Em hêvî dikin ku Amerîka li gor ruhê îttîfaqê tevbigere

03 January 2023 14:07 0 dîtin
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê: Em hêvî dikin ku Amerîka li gor ruhê îttîfaqê tevbigere

PeyamaKurd Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin sala 2022an nirxand û peyamên sala 2023an da.

Kalin, diyar kir ku "2022 saleke ku Tirkiye hem li qadan û hem jî li ser maseyê nîşan da ku bi hêz e" da zanîn ku ew ê geşedanên sala 2023'an ji nêz ve bişopînin û polîtîkaya xwe ya derve ya ji bo aştî û îstiqrara cîhanê bidomînin.

Kalin ji Amerîka û Rûsyayê re wiha got: "Divê tu kes ji me hêvî neke ku em li hemberî gefên terorê yên li hundirê welatê xwe û li derveyî sînorên xwe bêdeng bimînin."

Kalin axaftina xwe wiha domand:

“Em hêvîya xwe dubare dikin ku Amerîka û Rûsya sozên xwe yên ji peymanên sala 2019an pêk tînin û sînorên xwe ji terorê paqij bikin. Têkoşîna me ya li dijî pêkhateyên terorîst ên ku li ser ewlekariya me ya neteweyî dixwezin, heta ku welat û herêma me bi temamî ewle nebe, wê bi biryardarî bidome.

Kalin têkiliyên bi Amerîkayê re jî nirxand û got:

"Helwesta Amerîkayê ya li hemberî rêxistinên terorê bandorê li têkiliyên her du welatan dike. Em hêvî dikin ku Amerîka li gor ruhê îttîfaqê tevbigere û fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi cidî bigire." ji kê tê."