Berdevkê Serokomariya Tirkiyê: Hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye

02 October 2021 12:27 0 dîtin
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê: Hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ji rojnameyeke Almanî re diyar kir, hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye û mafê wan e wek çawa mafê Amerîka û Rûsya ye derbasî wî welatî bibin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin da zanîn: “Hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye” û ragihand, beşek ji dostên wan yên Ewropî rexneyan li Tirkiyê digirin ku hêzên wê li Sûriyê ne hebûna wan li wir bo ku xelkê li navçeyê bihêlin û tekez kir ku eger ew ne li Idlibê bûna, wê 2 milyon û nîv ji welatiyên wê koçber bibin.

Îbrahîm Kalin eşkere kir, li cihê ku spasiya Tirkiyê bihata kirin, rastî sizayan hat, ji ber ku “ziyan gihande hebûna PKKê li navçeyê.”

Kalin binpêkirina Tirkiyê ji yasayên navdewletî li Sûriyê red kir û destnîşan kir, aliyê ku ew yasa binpê kirine, “rejîma Sûriyê û PKKê ye.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê diyar kir, wan ji sala 2015an heta 2017an pêşniyara avakirina devereke aram kir û eger ew devera bihata avakirin, wê xelkê Sûriyê bi wê hejmara zêde koçber û penaber nebûya.