Berdevkê Wezareta Plandananê yê Iraqê: Li pês proseya serjimêriya gistî du astengî hene

08 February 2022 14:33 0 dîtin
Berdevkê Wezareta Plandananê yê Iraqê: Li pês proseya serjimêriya gistî du astengî hene

PeyamaKurd Berdevkê Wezareta Plandananê yê Iraqê Ebdulzehra Hindawî li ser astengiyên li pêş proseya serjimêriya giştî biryar e di sala 2022an de were kirin de axivî û da zanîn, du astengî hene.

Hendawî di axavtina xwe de diyar kiriye, Komîteya Amadekar a Serjimêriyê kar dike ji bo temamkirina amadekariyên serjimêriya giştî li Iraqê û got: “Em bi hemû hêza xwe hewl didin serjimêrî di sala 2022an de bê kirin.”

Herwiha Hindawî di derbarê astengiyên li pêş proseya sermijariya giştî de eşkere kiriye, wê ji bo serjimêrî îsal were kirin, budçeyeke taybet ji bo budçeya giştî ya sala 2022ê were veqetandin.

Hindawî destnîşan kiriye: “Sedema din a ku dibe rê li ber pêkanîna serjimêriya giştî bigire, nexweşiya Koronayê ye ku bandorek rasterast li ser tevahiya vê proseyê dike.”

Herî dawî Hindawî diyar kiriye: “Hevkariyeke baş di navbera Wezareta Plandananê ya Iraqê û Encumena Amaran li Herêma Kurdistanê heye û em bi hev re di hemû qonaxên amadekariyên serjimêriya giştî de kar dikin.”