Berendama serokatiya Amerîkayê Nikki Haley ji berendamiyê vekisiya
PeyamaKurd – Di nav Partiya Komarî ya Amerîkayê de berendama namzetiya serokatiya Amerîkayê Nikki Haley ji pêşbirkê vekişiya. Namzediya Donald Trump hema hema tekez bû.
Nikki Haley berendama herî dawiyê ya nav partiya Komarî bû. Piştî vekişîna Haley bi îhtîmaleka mezin wê namzediya Trump bibe ya esehî. Haley li eyaleta Californiyayê li bajarê Charlestonê civînekî çapemeniyê li dar xist û di civînê de got:
“Êdî wext hat ku ez dev ji kampanya xwe ya hilbijartinê berdim. Min gotibû ku min xwest Amerîkayî dengên xwe bilind bikin. Min vêya kir. Ez ne poşmanim. Êdî her çendîn ez ê nebim berendam jî, ew mijarên ez bi wan bawerim, ez ê dengê xwe ji bo wan babetan bilind bikim.”
Halley, bi temamî desteka xwe ji bo Trump ranegihand lê jê re serkeftinê xwest. Halley mînaka serokwezîra Îngîltere ya berê Margaret Thatcher weka jêder nîşan da û got:
“Ti carê qelebalixê neşopînin, her wext biryara xwe hun bi xwe bidin.”
Halley, her weha got di nav partiyê de û di derveyê partiyê de dengên ku biryara xwe nedane hene, qezenckirina wan dengan li ser Trump maye û hêvî dike ku vêya bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin