Berfa serê Çiyayê Agirî heliya û bû sedema lehiyê
PeyamaKurd – Di salên germ de berfa serê Çiyayê Agiriyê dihele û ji ber wê lehî radibe. Îro jî bi sedema germê, berfa qûntara Çiyayê Agiriyê heliya û lehiyê bi xwe re ji çiya herî, kevir û zinarên mezin anî deşta Agiriyê.
Li gor şahidên bi salan; 10 sal berê car din berfa nêzî bandeva Çiyayê Agiriyê heliyaye û lehî rabûye, heya nav deştê nav zeviyên xelkê hatiye. Zerar gihaye zeviyên xelkê û tadê li ser debara wan kiriye.
Li aliyê bajarê Ixdirê rêya navbera Ixdirê û navçeya Aralıkê bi sedema lehî pirê xerabkiriye, rê hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin