Çiyayê Agirî bi yekem berfa salê spî bû
PeyamaKurd – Li ser gupika Çiyayê Agirî yê Bakurê Kurdistanê yekem berfa salê barî û gupika çiyê spî kir.
Sala çûyî destpêka meha îlonê berf li ser Çiyayê Agirî bariya bû, lê îsal barîna berfê zû destpê kir û serê meha îlonê gupika çiyê ku xwedî bilindiya 5 hezar û 137 metre ye, bi berfê spî bû.
Rayedarên keşûhewayê dibêjin, barîna berfê îsal zû destpê kiriye.
Cotkarên devera Îdirê jî dibêjin, barîna zû ya berfê nîşaneya zû destpêkirina werza zivistanê ye.
Piştî barîna berfê li ser gupika çiyayê Agirî, pileya germê ya li bajarê Îdirê jî daketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin