Berhem Salih banga arambûnê li xwepêsandêran kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê bi sedema nerazîbûnên encamên hilbijartinan ku xwepêşandan hatin kirin û gelek bûyer çêbûn, bang li xwepêşandêran û terefên siyasî kir ku ewlekariya giştî biparêzin.
Berhem Salih ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir û weha got:
“Xwepêşandanên aştiyane mafekî destûriye lê divê kes derneyê derveyê qanûnan û aştiyê. Pevçûnên di navbera xwepêşandêr û hêzên asayîşê de nabe em qebûl bikin. Tiştên qewimîne nabe dubare bibin û divê li lêpirsînên li ser bûyeran bên şopandin.
Parastina ewlehiya giştî wezîfeyekî netewiye. Divê herkes bi hezir tevbigere û berjewendiyên netewî di ser her tiştî de bigre.”
Şirovekarên siyasî radigihînin ku di hilibjartinê de terefdarên Îranê têkçûne û niha li Iraqê tevliheviyê çêdikin. Terefdarên Îranê yên Şîa bi rojaye li ber Xetta Kesk di tevgera rûniştinê de ne û xwepêşandanan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin