Rûsyayê banga arambûnê li aliyan kir: Bi rêyên dîplomatîk çareser bikin!
PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Rûsyayê, piştî êrîşa berfireh a Îranê ya şeva borî bi ser Îsraîlê de ku hate têkşikandin, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rûsyayê de, bang li aliyan hate kirin ku bi aramî tevbigerin û pirsgirêkên herêmê bi rêyên dîplomatîk çareser bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Rûsya piştî êrîşa bersivdana êrîşa Îsraîlê ya ser konsulxaneya Şamê, ji zêdebûna rageşiyê û şer gelekî bi endîşe ye.
Herwiha hate gotin, Rûsyayê gelek caran di serî de ji bo kêşeya Îsraîl-Filîstînê û pirsgirêkên din ên Rojhilata Navîn hişyariyên xwe yên bo çalakiyên provokatîf ên neberpirsiyarane daye aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin