PDK-Î, banga hestyariyê li aliyan kir!

22 June 2023 17:00 0 dîtin
PDK-Î, banga hestyariyê li aliyan kir!

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), li ser nakokiyên di navbera Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) û Civaka Zehmetkêşên Şoreşger ên Kurdistana Îranê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Navendî ya PDK-Îyê de banga hestiyariyê li partiyan hat kirin û hat xwestin ku ew rê nedin rewş aloztir bibe.

Bi navbeynkariya daxuyaniyê hat ragihandin ku pevçûn ne di berjewendiya Komele û Tevgera Kurd de ye ku ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkan ne rêbazeke guncav e.

Rayedarên PDK-Îyê diyar kir ku ji bo rê li ber aloziyan bê girtin û di navbera aliyan de silh bê kirin, ew amade ne navbeynkariyê bikin.

2 Pêşmerge şehîd bûn

Îro danê sibehê, nêzîkî gundê Zirgwêz a Silêmaniyê di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) û Komela Zehmetkêşên Şoreşger ên Kurdistana Îranê de şer û pevçûn derketibû û hatibû ragihandin ku di pevçûnê de 2 Pêşmergeyên Komeleyê şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.