Berpirsên 3 welatan li Parîsê ji bo agirbesta Xezeyê civiyan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji bo pêkanîna agirbestê li Xezeyê berpirsên Amerîka, Îsraîl û Qeterê li Parîsê civiyan,
Li gorî ragihandina rayedarekî Îsraîlî, di hevdîtina Serokê Îstixbarata Navendî ya Amerîka (CIA) William Burns, Serokê MOSSADê û Serokwezîrê Qeterê de, lihevkirin çêbûye ku hefteya bê hevdîtinên bo agirbestê ji nû ve dest pê bikin.
Rojnamevanekî Îsraîlî yê bi navê Barak Ravid bi zarê rayedarekî Îsraîlê ragihandiye ku Serokê MOSSADê David Barnea piştî hevdîtina li Parîsê vegeriyaye welat.
Rayedarê Îsraîlî daye zanîn, di hevdîtinê de biryara hatiye dayîn ku bingeha ji bo berdana rehîneyên di destê Hemasê de, bê avakirin.
Herwiha biryar hate dayîn ku di hefetay pêş de, bi navbeynkariya Misir, Qeter û beşdariya Amerîkayê ya çalak danûstandinên agirbestê ji nû ve dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin