Berpirsa Amerîkî: Em Herêma Kurdistanê bi baldarî disopînin, wê pistgiriya me berdewam be

27 October 2021 18:41 0 dîtin
Berpirsa Amerîkî: Em Herêma Kurdistanê bi baldarî disopînin, wê pistgiriya me berdewam be

PeyamaKurd - Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Îran û Iraqê Jennifer Gavito beşdarî panela Forûma MERI ku li Hewlêrê tê lidarxistin bû û got, ew Herêma Kurdistanê bi baldarî dişopînin û hevkariya welatê wê dê ji bo Hêzên Pêşmerge berdewam be.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îran û Iraqê Jennifer Gavito di panela roja duyem a Dîdara Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) de ya bi sernavê “Iraqek bi îstîqrar ji bo Rojhilata Navîn a bi îstîqrar” derbarê polîtîkayên welatê xwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê de axivî.

Jennifer Gavito da zanîn ku ew dixwazin rê li ber hebûna çekên atomî yên Îranê li herêmê  bigirin û herwiha dixwazin Iraq aram bibe, ji bo rê li ber destwerdana rêveberiya Tehranê ya li Sûriyê û Lubnanê bê girtin û lewma jî ew ligel welatên herêmê kar dikin.

Gavito eşkere kir ku heta serê salê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê bidawî dibe, lê ev nayê wateya derketina ji Iraqê, lewra ji bo pêşketin, aramî û aştiya Iraqê planên wan yên demdirêj hene.

Gavito got, “Têkoşîna li dijî DAIŞê dê bidome. Em dixwazin şiyana hêzên ewlekariya Iraqê bigihîje asta herî bilind. Di vê çarçoveyê de em dê bi hêzên koalîsyonê re jî piştgirî bidin Iraqê."

Gativo bal kişand ser wê yekê ku Iraq li herêmê xwedî cihekî stratejîk e û diyar kir, ew dixwazin Bexda bi dewletên din ên herêmê û bi taybetî welatên Kendavê re têkiliyên baş hebe.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya karûbarên Îran û Iraqê destnîşan kir: "Em pir bi baldarî Herêma Kurdistanê dişopînin, piştgiriya me ya ji bo Pêşmerge jî dê berdewam be. Di warê emnî de jî me alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.”

Li ser mijara PKKê jî Gativo got: “Astengiyeke din a li herêmê hebûna PKKê ye. Em wek Amerîkayê PKKê weke rêxistineke terorîstî dibînin. Heta niha jî hebûna PKKê li herêmê ji bo Tirkiye û Herêma Kurdistanê metirsî ye. Divê ev metirsî ji holê were rakirin.”

Gativo bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê herêmeke pêşketî ye û wiha pê de çû: “Emê veberhênanên xwe yên aborî li Herêma Kurdistanê bihêz bikin. Dîsa em têkiliyên xwe yên çandî pêş ve dibin. Piştgiriya me bi rêya konsulxaneya me ya li Hewlêrê didome. Herî dawî jî me piştgirî da nûjenkirina Kelha Hewlêrê.”

Berpirsa Amerîkî li ser mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanş jî got, “Rêveberiya ku li Sûriyê li dijî gelê xwe çekên kîmyewî bi kar bîne, nikare rewa be. Em ji bo bidawîkirina îşkenceya hikûmeta Sûriyê, li ser vê mijarê dixebitin.”