Berpirsê Amerîkî banga vegera ser erkê xwe li Wezîrê Pêsmerge kir

26 July 2023 18:09 0 dîtin
Berpirsê Amerîkî banga vegera ser erkê xwe li Wezîrê Pêsmerge kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Cîgirê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Berevaniya Amerîkayê de, Dana Stroul bang li Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl kir ku vegere ser erka xwe.

Şoreş Îsmaîl ji pişka Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Wezîrê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye û ji ber kêşeyên navbera PDK û YNKê demek dirêj e ji erka xwe vekişiyaye.

Çavkaniyekê bi zarê Cîgirê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul ji K24ê re diyar kiriye ku Şoreş Îsmaîl ji bo vegera ser erka xwe çend şert danîne ber YNKê û ew daxwazên wî hatine qebûlkirin, lê hîn Qubad Talebanî nehatiye razîkirin.

Li gorî çavkaniyên ji Silêmaniyê, vekişîna ji wezareta Pêşmerge ya Şoreş Îsmaîl ji aliyê hin rayedarên YNKê ve jî tê rexnekirin û tê gotin, wî ev biryar ji ber fişara serkayetiya YNKê wergirtiye.