Hadî Amirîyê Berpirsê Hesda Seibî banga derxistina hêzên Amerîkî li Kazimî kir
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymana Fetih ya Iraqê Hadî Amirî ku berpirsê hêza Heşda Şeibî ya îranî ye, li dijî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ket tevgerê û bang li Kazimî kir, hêzên Amerîkî ji Iraqê derxe.
Hadî Amirî, li hember guhertinên ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di hikûmetê de kiriye û dixwaze hêzên iraqê yek bixe, bi tundî nerazîbûn nîşan da.
Hadî Amirî îdia kir ku ew guhertin li ser bingeha mezhebî û partîtiyê ye ji ber wê jî ew wê yekê qebûl nakin.
Amirî bang li Kazimî kir û got, ew tenê du tiştan ji Kazimî dixwazin; Hêzên Amerîkî ji Iraqê derxe û hilbijartineke pak û zelal pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin