Iraq - Bexda | Berpirsê Pêwendiyên Hesda Seibî û hevjîna xwe di qezayê de mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Çile Berpirsê Giştî yê Peywendiyên Heşda Şeibî Ehmed Cabrî û hevjîna xwe, piştî beşdarî xwepêşandana li Bexdayê bûn, di qezayek trafîkê de mirin.
Desteya Giştî ya Heşda Şeibî bi daxuyaniyeke nivîskî piştrast kiriye ku Berpirsê Giştî yê Peywendiyên Heşda Şeibî Ehmed Cabrî û hevjîna xwe, piştî ji xwepêşandana îro ya li Bexdayê vegeriyane, otomobîla wan li ser rêya Bexda-Necefê qeza kiriye û jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin hevjîna Ehmed Cabrî xwişka Berpirsê Berê yê Peywendiyên Heşda Şeibî Mihemed Cabrî bûye ew jî 3yê Çile digel Mehdî Muhendis hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin