Berpirsê PDKê: Hesda Seibî li Singalê plana sîekirinê dimesîne
PeyamaKurd - Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê li nahiyeya Bork a bi ser Şingalê ve Hadî Sifoka ragihand, milîsên Heşdî Şabî dest bi şîekirina Şingalê kirine û da zanîn Heşdî Şabiyê li Şingalê 2 mezargehên şîeyên çêkirine û mezargehên êzdiyan piştguh dike.
Hadî Sifoka ji BasNewsê re daye xuyakirin, heger rewşa Şingalê wisa metirsîdar bimîne dê rojekê hîç êzdî bi hîç rengekî herin Şingalê. Dê hemû bajar bikeve destê şîeyan. Her niha Heşdî Şabî plana şîekirinê bi cî dike û dest bi avakirina mezargehên şîeyan kiriye di nav Şingalê da û bi dehan mezargehên êzdiyan li şingal hatîne xirabikirin û teqandin ji layê dirindeyên terorîstên DAIŞê va. Heta niha mezargehên êzdiyan nehatîne avakirin lê mezargehên şîeyan hatîne avakirin.”
Hadî Sifoka daye zanîn Heşdî Şabî xelkê Şingalê bêzar kiriye. Ji ber reftarên xirab yên Heşdî Şabî êzdî niha neşên biçine Şingal û Heşdî Şabî hewl dide hemû çiyayê Şingalê bo meremên xwe têxe bin destê xwe. Eve jî planeka gelek metirsîdare li Şingalî dihête bicih kirin.
Herwiha li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Karubarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayinî ya Herêma Kurdistanê, 68 mezargehên êzdiyan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine teqandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin