Berpirsê DAISê yê ‘ewlehiya Kerkûkê’ hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke Dije Terora Iraqê de, berpirsê rêxistina terorîst DAIŞê yê ‘ewlehiya wîlayeta Kerkukê’ hatiye desteserkirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl eşkere kir, serkirdeyê DAIŞê yê bi nasnav “Ebû Hemze El-Mutwêtî” li Kerkûkê hatiye girtin.
Resûl got ku hêzên Dije Terorê operasyoneke bi kalîte li dar xistine û di encamê de serçeteyê terrorîst ê bi nasnav "Ebû Hemze El- Mutwêtî " hatiye girtin ku wek berpirsê ewlehiyê yê Wîlayeta Kerkûkê tê naskirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê jî ragihand ku 3 kesên ku bi tohmeta terorê dihatin xwestin li Silêmaniyê hatine desteserkirin û hat diyarkirin, tedbîrên pêwîst li dijî wan hatine girtin û dê radestî darazê bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin