Berpirsê Îranê hate dersînorkirin: Ew ne sayanî axa Kanadayê ye
PeyamaKurd - Dadgeha Koç û Penaberan a Kanadayê biryara dawî ya dersînorkirina Rêveberê Giştî yê berê yê Teknolojiya Îtilaat û Piştgirîya rejîma Îranê Mecîd Îranmaneş da.
Dadgeha Kanadayê di biryara xwe de wek sedem wiha gote: Mecîd Îranmaneş ne şayanî ser axa Kanadayê ye.
Rêveberê berê yê Teknolojiya Îtilaat û Piştevaniya rejîma Îranê Îranmaneş, yek ji 9 berpirsên rejîma Îranê ku Kanadayê ew dersînor kiriye.
Hate ragihandin ku parêzgerên Îranmaneş, ji bo betalkirina vê biryara Dadgeha Asayî, amadekariyan dikin ku dosyaya dersînorkirinê arasteyî Dadgeha Federal a Kanadayê bikin.
Berpirsê rejîma Îranê Mecîd Îranmaneş, di Pûşpera 2023an de, ji bo li Zanîngeha Victoria xwe tomar bike çûbû Kanadayê, lê belê ji ber dosyeyên wî yên bi guman, ji alî hikûmeta Kanadayê ve hatibû astengkirin.
Ajansa Ewlekariya Sînor a Kanadayê, di destpêka Kanûna sala borî de, di daxuyaniya di derbarê dersînorkirina rayedarên rejîma Îranê de ragihandibû ku 10 berpirsên payebilind ê rejîma Îranê ku divê ji Kanadayê bêne dersînorkirin hene.
Ajansê her wiha daxwaz ji Îraniyên li Kanadayê kir ku ji bo dersînorkirina van berpirsên rejîma Îranê, zaniyariyan arasteyî wan bikin.
Ajansa Ewlekariya Sînor a Kanadayê da zanîn ku yek ji van deh kesan, beriya biryara dadgehê ji Kanadayê çûye, loma ew ê di derbarê 9 kesên mayî de biryara dersînorkirinê bê dayîn.
Kanadayê, ji ber ku li dijî gelê Kurd û gelên Îranê tawanên dijemirovî kirine yan jî di şandina çekan a ji bo Rûsyayê de rol wergrtine, heya niha gellek cezayên cuda li ser berpirs, rayedar û dezgehên rejîma Îranê sepandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin