Berpirsê Pêsmerge bi mînaka serê ‘Pirdê û Sihêla’ bersiva daxwazkarên sandina hêza Iraqê da
PeyamaKurd - Berpirsê Saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî li Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê, bersiva Serkeft Şemsedîn ê parlamenterê kurd ê Iraqçîtiyê dike da ku ji Iraqê dixwaze hêzê bişîne ser Kurdistanê.
Lîwa Babekir Feqê got, ew kesên berî wî (Serkeft Şemsedîn) jî daxwaza şandina hêza leşkerî ya Iraqê bi ser herêma Kurdistanê de dikirin, li Pirdê û Sihêla hatin şermezar kirin.
Serkewt Şemsedîn, di hevpeyvîneke xwe ya dawiyê de daxwaz ji Iraqê kiriye bi rêya bikaranîna artêş û hêza leşkerî rê li hinardekirina nefta herêma Kurdistanê bigire.
Berpirsê Saziya Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê got, “Heger bikarin wê hêzê bişînin her deverekî. Lê Pêşmerge parêzvaniya sînorê xwe dike û ev yek jî di yasa û destûrê ve hatiye qahîm kirin. Her projeyek di vê derbarê de ji aliyên erebên Iraqê re bê dayîn dûr e ji bingehê yasayî û destûra Iraqê.”
Feqê diyar kir, divê ew parlamenter agahdar be, ‘Axa Kurdistanê bi xwîna Pêşmerge hatiye avdan, Pêşmerge hemû amadekariyekî wî heye. Ewên berê jî daxwaza şandina hêzê ji Iraqê dikirin bo ser Kurdistanê, dîtin li Pirdê û Sihêla çawa şermezar bûn û serşor vegeriyan.’
Lîwa Babekir Feqê da zanîn, “Her kesekî din ew gotin kiriban, ne dibû nûnerê kurdan wan gotinan bike. Ji ber eger beramber axa xwe tu wiha bifikirî, divê tu hizra serşoriyeke din wek ya Pirdê û Sihêla jî ku bi serê yên berî te de hatine bikî.”
Berpirsê Wezareta Pêşmerge daxwaz ji parlamento û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê kir, "Helwesta wan li hember wan gotinên endamê kurd ê Parlamentoya Iraqê hebe û wiha got: “Pêwîst e wezareta navxwe û kutleyên siyasî tedbîrên yasayî li hember wî parlamenterî bigirin. Yan jî ew parlamenter divê daxwaza lêborînê li Kurdistanê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin