Berpirsên PENTOGONê ji bo hêzên Pêsmerge li Hewlêrê bûn

31 January 2024 11:31 0 dîtin
Berpirsên PENTOGONê ji bo hêzên Pêsmerge li Hewlêrê bûn

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Serfermandar Patrick Ryder ragihand, ku pêwendiyeke me ya kûr ku bi salan beriya niha bi hêzên Pêşmerge re destpêkiriye heye û em ê bi berdewamî ji bo bihêzkirina wan peywendiyan hewl bidin.

Patrick Ryder derbarê danûstandinên Pentagon û Wezareta Pêşmerge de nirxandinan kir.

Ryder got: “Bi hêzên Pêşmerge re peywendiyeke me ya kûr ku ji berê ve destpêkiriye heye."

Ji alî din ve berpirsên payebilind ên PENTAGONê û berpirsên payebilind ên Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji bo çereserkirina pirsgirêkên hêzên Pêşmerge û meşandina tekoşîna li dijî DAIŞê, li Hewlêrê civîna Komîteya Rêveber a Pekanînan lidar xistin.

Di daxuyaniya derbarê civînê de wiha hat gotin: "Aliyên beşdarî civîna komîteyê bûn, ji bo kar û xebatên sala bê û qonaxên pêkanîna wan kar û xebatan li hev kirin. Di çarçoveya pabendbûneke hevbeş a demdirêj de, ji bo di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de yekkirina hêzên Pêşmerge û ji bo misogerkirina têkbirina mayînde ya DAIŞê avakirina hêzeke pispor û çeleng wê xebatên hevbeş bidomin."