Berpirsyariya êrisa Bexdayê DAISê girt ser xwe

10 May 2019 09:59 0 dîtin
Berpirsyariya êrisa Bexdayê DAISê girt ser xwe

PeyamaKurd- Li Paytexta Iraqê Bexdayê di êrişekê xwekujiyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da. DAIŞê berpirsyarî girt ser xwe.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin wergirtin şi herêma rojhilatê Bexdayê Sedrê êrişeke xwekujiyê pêk hat. Di encama wê êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Beriya niha hatibû ragihandin ku  kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Li Bexdayê van demên dawiyê seqamgeriyek hebû êrişên xwekujiyê pêk nedihatin.

‘DAIŞê BERPIRSYARÎ GIRT SER XWE’

Hatragihandin ku DAIŞê berpirsyariya vê êrişa terorîstî girtiye ser xwe.