Berpirsyariya teqîna Maliyê ku 54 kes bûbûn qurbanî DAISê girt ser xwe

04 November 2019 13:31 0 dîtin
Berpirsyariya teqîna Maliyê ku 54 kes bûbûn qurbanî DAISê girt ser xwe

PeyamaKurd – Berpirsyariya teqîna li welatê Rojavayê Afrîkayê, Maliyê ku 54 kes bûbûn qurbanî rêxistina DAIŞê girt ser xwe.

Li gorî medya rêxistinê, ew êrişa terorî ji aliyê endamên DAIŞê ve hatiye pêk anîn lê rêxistinê derbarê vê îdiayê de tu delîl nîşan nedan.

Roja înê li bakurê rojhilatê Maliyê di encama êrişeke li dijî xaleke leşkerî êrişek pêk hatibû û yek jê sivîl bi tevahî 54 kesan canê xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Heteya borî serokê wê rêxistinê Ebûbekir el-Bexdadî di encama operasyoneke Amerîkayê de li gundê Barîşayê yê Idlibê hatibû kuştin.