El Sebabê berpirsyariya êrisa li Somaliyê girt ser xwe: Armanc tirk bûn
PeyamaKurd - Rêxistina îslamîstên tundrew El Şebab berpirsyariya êrişa li Somaliyê girt ser xwe. Hat ragihandin ku armanca wê êrişê endazyarên tirk bûn.
Roja Şemiyê li paytexta Somaliyê Mogadişuyê êrişeke bombeyi pêk hatibû. Berpirsyariya wê êrişê rêxistina îslamîstên tundrew El Şebabê li xwe girt.
Berdevkê El Şebabê Ali Mahmûd Racî ragihand ku armanca wan endazyarên tirk bûn ku bi hikûmeta Somaliyê re hevkariyê dikin.
Di daxuyaniyê de Tirkiyê bi kedxwarina çavkaniyên Somaliyê tê tohmetbarkirin.
Wê rêxistinê êrişî xaleke çavdêriyê kiribû di encamê de bi kêmanî 80 kes bûbûn qurbanî û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûbûn. Piştî êrişê 15 kesên rewşa wan giran ji bo dermankirinê bo Tirkiyê hatibû hinartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin