Bûyera Somaliyê El Sebabê girt ser xwe

31 December 2019 02:41 0 dîtin
Bûyera Somaliyê El Sebabê girt ser xwe

PeyamaKurd-Li welatê Somaliyê di bûyera ku 81 kes mirin û di nava wan de 2 kes jî Tirk bûn, rêxistina El Şebabê girt ser xwe. Bûyer roja şemiya çûyî çêbû ku bi erebeyeka bombekirî êrîşê ser noqteya çavdêriyê kiribûn.

Rêxistin ragihandiye ku di hedefa wan de ew her 2 muhendîsên Tirk û parastvanên wan hebûne. Ajansa Somaliyê ya îstîxbaratê NISA roja duşemê ragihandibû ku bûyer ji derveyê welat hatiye plankirin lê navê ti dewletekî nedabû.