NY sê serperestên Es-Sebabê yên Somaliyê xist nav lîsta res
PeyamaKurd – Konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî sê serpereştên rêxistina Eş-Şebab a li Somaliyê xist nav lîsta reş. Wê konsey, nehêle her sê kes xwe bigihînin fonan an ji wan fêde bibînin û ber li geryanên wan bigrin. Biryar li gor biryara NY jimare 2713 hat dayîn.
Nûnertiya NY ya daîmî ya li Îngîltere di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku biryar li ser daxwaza hukumeta Somaliyê hatiye dayîn. Nûnertîyê weha got:
“Endamên Eş-Şebabê terorîstên dirinde ne, ji kuştina sîvîlan, aktîvîstan, xêrxwazên xwebexş û rojnamevanan berbirsin.”
Navên her sê kesên ku xistine lîsta reş nehat ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin