DYA, hêj nûh Hûsiyan xist lîsta terorê

05 March 2025 00:05 0 dîtin
DYA, hêj nûh Hûsiyan xist lîsta terorê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio ragihand ku Hûsiyên Yemenê xistine lîsta terorê. Rubio, ragihandina xwe îro kir û got ku li gor biryarnama berê ya ku Trump îmza kiribû, gav davêjin. Rubio weha got:

“Wezareta karên derve ya DYAyê, sozên ku Trump berya hilbijartinê qezenc bike daye xelkê,  yek ji wan sozan bicîh tîne. Wezaret, Hûsiyan an ku Ensarullahê bi rexistina terora biyanî bi nav dike û bi ragihandina bi vî rengî serbilind e.”