Kanada artêsa Îranê xist nav lîsta terorê

20 June 2024 00:14 0 dîtin
Kanada artêsa Îranê xist nav lîsta terorê

PeyamaKurd – Wezîrê Ewlehiya Giştî yê Kanadayê Dominic LeBlanc ragihand ku Kanada artêşa Îranê (IRGC) xistiye nav lîsta terorê. Dominic LeBlanc di ragihandina xwe de got ku hukumeta Kanadayê ji îro û pêve, di çaroçova Qanûna Cezayê de artêşa Îranê xistiye lîsta terorê. LeBianc got:

“IRGC bi zanîn tevgerekî terorê kiriye, teşebus kiriye, tevlî bûye an kiryarê hêsan kiriye an bi zanîn alîkariya li ser navê rêxistinekî ku kiryarê kiriye, bi fermana wê an pê re tevgeriyaye, di çarçova van tevgeran de nîşan hene.

Bi biryara navborî, ji bo bi kiryarên terorîst yên ku IRGC dike, ji bo têkoşîna bi wan re em ê temamê alavên di destê xwe de bikarbînin. Rêxistinên fînansê yên Kanadayî her heyiyên aîdê IRGCê, kes û dezgeyên bi wan re pêwendîdarin, dê dest deynin ser heyiyên wan.

Kanadayiyên li Kanadayê û yên li derveyê welat, ji bo wan qedexeye ku bi grûbekî an grûbekî ku kontrola heyiyan dike, tevgera bi wan re sûc e.”

Kanada, ji Cotmeha sala 2022an heya niha qedexe daniye ser 200 kesên Îranî û 250 dezgeyên wan.