Amerîka 2 lêpirsînerên artêsa Îranê xist lîsta res
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi sedema bûne sedemên îhlala mafên mirovan, 2 kesên di artêşa Îranê de lêpirsînan dikin, wan xiste lîsta dorpêçan. Blinken di mijarê de bi awayekî nivîskî ragihandina xwe kir û di Konseya Mafên Mirovan ya Cenevreyê de behsa endîşeyên xwe kir. Blinken ragihand ku ew di mijara îhlala mafê mirovan de, bo pirsîna hesab gelek tunde û weha got:
“ Ez agahî didim ku di wexta protestoyên li Îranê yên salên 2019 an û 2020 an de, ew kesên ku artêşa Îranê wan girt û xiste binçav, kesên bi navên Alî Hemmetiyan û Mesûd Safdarî li wan kesên binçavkirî û girtî îşkence kirin, tevgerên zalimane kirin, kiryarên di derveyê mirvahiyê de, gotinên şerefa mirov dişkênin û kiryarên weka cezakirinê bi kesên siyasî kirine. Li gor qanûna me ya wezareta karên derve û operasyonên karên derve, min wan xistiye lîsteya reş ya dorpêçan. Van kesan bi malbatên xwe ve nikarin bikevin axa Amerîkayê û bo wan qedexeye.”
Blinken ragihand ku her kesên tiştnên îhlala mafên mirovan bikin, dê bo wan mafê dorpêçan bikarbîne û bo hesab ji kesên weha bêpirsîn, dê wê bi hevkarên xwe re bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin