Amerîka Hûsiyan ji lîsta terorê derxist
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser Hûsiyên Yemenê yên terefdarên Îranê axifî û got ku ji 16 ê sibatê û pê de Hûsiyên Yemenê yên bi navê Ensarallah ji lîsta terorê derdixin. Blinken weha got:
"Ji 16 ê sibatê û bi şûnde Hûsiyên Yemenê yên bi navê Ensarallah ku bi biryarnameya seroktiyê ya di bin navê ‘Qanûna Koçberî û Hemwelatî’ û hem ‘bi rêxistinên terorê re têkildar’ ya jimare 13.224 ê, navandina wê ya Rêxistina Terorê ya Taybet a Kureyî ji ser wan radikim.”
Blinken ragihand ku li Yemenê di demên dawiyê de halê mirovahiyê gelek xerabe, lewra vê biryarê daye û weha dewam kir:
“Bo ji alîkariya li Yemenê re nebe asteng, me vê biryarê da. Divê terefdar dest bi diyalogê bikin.”
Lê wezîr got ku biryara dorpêça ser lîderên Hûsiyan ya ser Abdul Melik El Hûsî, Abdel Xalid Bedreddîn El Hûsî û Abdullah Yahya El Hakim nehatiye rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin