Amerîka car din Hûsiyan dixe lîsta terorîstan

17 January 2024 23:13 0 dîtin
Amerîka car din Hûsiyan dixe lîsta terorîstan

PeyamaKurd – Rêvebiriya Joe Biden ya Amerîkayê radigihîne ku wê Amerîka car din Hûsiyên Yemenê bixe lîsta terorê û wan weka ‘terorîstên kureyî’ qebûl bike. Dema Biden hatibû ser desthilatê, di sala 2021an de grûba Hûsiyan ji ber şertên wê wextê ji lîsta terorê derxistibû.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi sedema ku êrîş û şêlandinên grûbên bi desteka Îranê li Derya Sor û Kendava Adenê dewam dikin, wê biryarê qebûl bike. Wê dezgeyên Amerîkayê yên fînansê yên ku têkiliya wan bi Hûsiyan re heye, dê heyiyên wan bicemidînin û nehêlin endamên wan bikevin nav axa Amerîkayê.

Di dema Trump de, tevî NY û dezgeyên xêrxwazê hişyarî dabûn Trump ku wê biryara li Yemenê bibe sedema birsê jî, rêvebiriya Trumpî Hûsiyan xistibû lîsta ‘Terorîstên taybet yên kureyî’ û ‘Rêxistina terorê ya biyanî’.

Di sala 1921an de, piştî Biden hat ser hukm, demekî kurt di şûn de, rewşa deverê ya mirovî danî ber çav û Hûsiyan ji lîsta terorê derxist.