Amerîkayê berpirsê nû yê DAISê xist lîsta terorîstan

18 March 2020 15:52 0 dîtin
Amerîkayê berpirsê nû yê DAISê xist lîsta terorîstan

PeyamaKurd – Amerîkayê berpirsê nû yê DAÎŞê Mûhammed Saîd Abdul Rahman El Mewla xist lîsteya reş a “terorîstên navneteweyî”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ragihand, berpirsê nû yê DAÎŞê di lîsteya reş de hatiye bicihkirin ku destnîşan kir, bê kî ketiye şûna Ebû Bekir El Bagdadî.

El bagdadî di dawiya meha Cotmehê de li Sûriyeyê li herêmeke nêzî sînorê Tirkiyê ji aliyê Amerîka ve hatibû kuştin.

Mîke Pompeo di civîna rojnamevanî ya li Washîngtonê de got: “Em bi biryar in ku Dewleta Îslamê têk bibin ku serokê wan kî dibe bila bibe.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê El Mewla “Endamekî çalak ê El Qaîdeyê yê li Iraqê bû û niha jî serokê DAÎŞê li Enqereyê ye.”

Li gorî hinek çavkaniyan û mikurhatinên DAÎŞiyan El Mewla ji aliyê Tirkiyeyê ve tê parastin û li Enqerê dimîne.