Li Amerîkayê civîneke taybet ji bo tawanên DAISê hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li New Yorkê civîneke taybet ji bo tawanên DAIŞê hat lidarxistin.
Li bajarê New Yorkê yê li Amerîkayê, tîma lêkolînkirina li ser tawanên DAIŞê li ser kuştina bi kom û tawanên DAIŞê li Iraqê civîneke taybet li dar xist.
Hat zanîn, Nûnerê Sekreterê giştî yê NY, Nûnerê YE, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê û Nûnerê her timî yê Iraqê li NY û Nûnerên çend saziyên din jî beşdarî cviînê bûn û çend raport û gotar derbarê tawanên terorîstên DAIŞê li Iraqê pêşkêş kirin.
Herwiha di vê çarçoveyê de tîma lêkolînkirina li ser tawanên DAIŞê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku, di prosesa lêkolînan de gelek hevkariya vê tîma han kiriye.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî jî her di heman civînê de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, li gel êrîşên terorîstên DAIŞê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl ji bo azadkirina kesên revandî û avakirina tîmeke taybet ji bo dokomênt û belgekirina tawanên DAIŞê kir.
Herî dawî destnîşan kir, niha Hikûmeta Kurdistanê hewlên cidî dide da ku tîma ser bi NYê di karên lêkolînê de serkeftî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin