Amerîka 5 rêxistinan ji lîsta terorê derxist
PeyamaKurd – Wezareta karên derve yê Amerîkayê ragihand ku wan 5 rêxistinên cuda ku her yek li deverekî dinyayê hebûna xwe dewam dikin, wan ji lîsta terorê derxistiye. Wezaretê ragihandina xwe nivîskî kir û weha got:
“Wezareta karên derve îro di çarçoveya ‘qanûna koç û hemwelatîbûnê’ (INA) de, 5 rêxistinan ji nasandina FTO derxistiye. Rêxistinên ku ji lîsta terorê derxistine; Azadiya Xaka Baskê, Aum Şinrikyo, Konseya Şûra Mucadîdîn ya Herêma Qudsê, Kahane Chai û Cama'a al-Îslamiyye ne."
Ji bo malên wan yên ku dewleta Amerîkayê dest daniye ser wan, ji ber ku di nava rêxistinan de hêj kes hene ku di nav tevgerê de ne, an aktîvin, ji bo heyiyên wan nedin wan, wê di lîsta ‘terorîstên taybet yên kureyî ‘ de bimînin. Ji ber ku 6 kes jî mirine, me wan ji lîsta terorê derxist. Ew 6 kes Abu al-Vardah, Mohad Mualim, Farah Muhamed Şirdon, Musa Abu Dawud, Aliashab Kebekov û Îbrahim el-Rubayş in."
Rêxistina Azadiya Xaka Baskê li Îspanyayê li herêma Baskê dixebite, Aum Şinrikyo neteweperestên Japonya ne, Kahane Chai wek rêxistinekî Yahûdî yê redîkal tê nasîn, Konseya Şûra Mucadîdîn ya Herêma Qudsê li Xezzayê (FîlÎstîn) û Cama'a al-Îslamiyye li Misrê xebatên xwe dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin