Berzencî: Hefteya bê karwaneke din a derziya Korona ji Kurdistanê re tê sandin
PeyamaKurd – Hefteya bê, karwaneke din ya derziya Koronayê digihe Herêma Kurdistanê.
Karwana yekem a derziya Korona Sinopharm a Çînî, gihîşt Herêma Kurdistanê ku ji 5 hezar dozan pêk dihat. Ew derzî, li ser binkeyên tendirustiyê yên parêzgehan hatin belavkirin.
Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzencî diyar kir, di qonaxa yekem de, lêdana derziyê li 8 navendan destpê dike.
Dr. Berzencî da zanîn: “Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê soz daye di hefteya bê de karwaneke din ji Herêma Kurdistanê re bişîne.”
Konsulê Çînê li Hewlêrê jî ragihand, ew ê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo dabînkirina derziyê berdewam bin.
Do yekem karwana derziya Koronayê ya ji Çînê ku ji 50 hezar dozan pêk dihat, gihîşt Iraqê û hilmeta derzîkirinê li çend navendên tendirustiyê jî destpê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin