Dr. Berzencî derbarê anîna derziya korona û rewsa dawî de daxuyanî dan
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku ew hewil didin di demeke herî nêzîk de derziya koronayê werînin Herêma Kurdistanê.
Berzencî bal kişand ser ku li gorî 3 hefte berê pêketinên vîrusa koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê bi rêjeya 52%î kêm bûye û got, ew li gorî Iraqê di têkoşîna koronayê de serkeftîtir in.
Dr. Berzencî diyar kir ku ji sedî 63yên nexweşên koronayê bi tedawiyeke gelekî baş a nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê baş dibin û da zanîn, ew rojane 5 hezar testên koronayê dikin.
Li ser anîna derziya koronayê bo Herêma Kurdistanê jî Dr. Berzencî bal kişand ser ku ew girêdayî serkeftîbûna derziya hatibe bipêxxistin û kompaniya wê bigihîne Kurdistanê ye.
Berzencî da zanîn ku ew hewil didin demeke herî nêzîk de derziyê bînin Kurdistanê û destpêkê jî li ser kesên tenduristiya wan nebaş e bikar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin