Fransa car din dest bikaranîna derziya Korona AstraZeneca dike

20 March 2021 18:01 0 dîtin
Fransa car din dest bikaranîna derziya Korona AstraZeneca dike

PeyamaKurd – Hin pisporên tenduristiyê, di rojên borî de îdia kiribûn ku derziya AstraZeneca xwînê tîr dike û Fransa jî mîna hin dewletên Ewropî bikaranîna wê rawestandibû. Fransa roja Înê ji nû ve dest bi bikaranîna derziya vîrusa Korona ya AstraZeneca kir.

Saziya Dermanan ya Ewropa (EMA) roja Pêncşemê dabû zanîn, derziya AstraZeneca ‘‘bi bandor û ewle’’ ye û diyar kiribû, fêdên wê yên dijî vîrusa Korona ji rîskên wê zêdetir in.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex destnîşan dike, bo ew raber ku derziya AstraZeneca ewle ye ew ê jî wê li xwe bide.

Rapirsînên ku piştî rawestandina karanîna derziya AstraZeneca hatine çêkirin, nîşan didin ku li Fransa bi tenê sedî 20ê gel, baweriyê bi derziyan tînin.

Fransa ji ber zêdebûna pêketinên vîrusa Korona li Parîs ya paytext û 15 herêmên din, ji nû ve qedexeya derketinê ragihand. Ew sînordarkirinên ser derketina derve roja Înê bi şev destpê kirin.