WHO: Divê bikaranîna doza sêyem a derziya korona bê sekinandin!

05 August 2021 21:04 0 dîtin
WHO: Divê bikaranîna doza sêyem a derziya korona bê sekinandin!

PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanî (WHO) ragihand ku heta welatên hejar xwe negihînin derziya koronayê, divê lêdana doza sêyem a derzîya koronayê bê rawestandin.

Serokê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cihanê Tedros Adhanom Ghebreyesus got, divê bikaranîna doza sêyem a derziya Koronayê ji bo welatên hejar were sekinandin û niha derzîyên koronayê tenê têrî ji %10ê şêniyên cihanê dike.

Welatên weke Almanya û Îsraîlê biryar dane doza sêyem a derziyê jî ji bo welatiyên xwe dabîn bikin daku ji cûreya Delta ya koronayê welatiyên xwe biparêzin.

Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir, heger welatên dewlemend doza sêyem bi kar bînin, dê derzî têrî welatên hejar neke  ku li wan welatên hejar rêjeya bikaranîna derziya koronayê hê %1.5 e.