Yekitiya Pizîskên Tirkiyê: Divê ji bo cûreya Delta doza sêyem a derziyê bê bikaranîn

25 June 2021 11:30 0 dîtin
Yekitiya Pizîskên Tirkiyê: Divê ji bo cûreya Delta doza sêyem a derziyê bê bikaranîn

PeyamaKurd – Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê derbarê cûreya Delta ya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ji bo xebatkarên tendirustiyê û kesên di ser temenê 65ê re, divê derziyên mRNA yên bi bandor û dozên sêyem ên derziyê bên bikaranîn.”

Yekitiya Pizîşkan di daxuyaniya xwe de li ser cûrêya Deltayê agahî da û da zanîn: “Eger derbasbûna 6 mehan a derzîkirina xebatkarên tendirustiyê û metirsiya cûreya Delta ya vîrusê bê li ber çav girtin, pêwîst e bo xebatkarên tendirustiyê û kesên di ser temenê 65ê re bi derziyên mRNA yên bi bandor bernemeya doza sêyem a derziyê bê destpêkirin.”

Herwiha Yekitiya Pizîşkan destnîşan kir, ji bo Tirkiye ji ber cûreya Deltayê ya vîrusa Koronayê rûbirûyî metirsiyek nû nebe, divê di geştên navdewletî de tedbîrên zanistî zêde bike.

Ew yekîtî di heman demê de eşkere dike: “Divê ew rêkarên bo welatên Hindîstan, Nepal û Pakistanê ku berî geşta xwe ya Tirkiyê 72 saetan testa Koranêyê dikin û 14 rojan di karantinê de dimînin, di serî de ji bo welatên Rûsya, Brîtanya û her welatek ku vîrusa Delta lê belav bûye bên bikaranîn. Eger ev yek neyê kirin, ji bo geştûguzariyê ku ne tiştek zanistî ye em dê rûbirûyî pêlek nû ya vîrusê bibin. ”