Serokwezîr: Hatina karwaneke din a derziya dijî Koronayê cîhê keyfxwesiyê ye

26 March 2021 13:59 0 dîtin
Serokwezîr: Hatina karwaneke din a derziya dijî Koronayê cîhê keyfxwesiyê ye

PeyamaKurd – Di derbarê karwana dawî ya derziyên vîrusa Korona bo Herêma Kurdistanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li ser twitterê diyar kir: ‘‘Hatina karwaneke din a derziya dijî vîrusa Koronayê bi rêya Hikûmeta Federal, bo Herêma Kurdistanê ku hejmara wan 43 hezar û 800 derzî ne, cîhê keyfxweşiyê ye û li gor sîstema komên ku hatine tomarkirin, dê bên bikaranîn.’’

Barzanî herwiha destîşan kir: ‘‘Plana me ya rasterast, dabînkirina zêdetir bi rêya şîrketa hilberîner ve heye.’’