Berzincî: Pêwîstiyên destnîsankirina cûreya Delta li Kurdistanê hatine dabînkirin

09 July 2021 10:00 0 dîtin
Berzincî: Pêwîstiyên destnîsankirina cûreya Delta li Kurdistanê hatine dabînkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî daxuyaniyek da û diyar kir; pêwîstiyên destnîşankirina vîrusa Koronayê ya cûreya Delta, li Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.

Dr. Saman Berzincî da zanîn, proseya lêdana derziyê pêşve diçe, zêdetirî 399 hezar dozên dijî vîrusa Koronayê ji aliyê nişteciyên Herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin, ji wan zêdetirî 255 hezar hemwelatî, ku dike %7.8 doza yekem, zêdetirî 144 hezar hemwelatî, ku dike %4.4 doza duyem a derziyê wergirtine.

Berzincî destnîşan kir, cara yekem ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve pêwîstiyên destnîşankirina cûreya nû ya vîrusa Koronayê ya bi navê "Delta" tê nasîn, li Herêma Kurdistanê hatiye dabînkirin.

Li ser pêşbîniya zêdebûna sêyem û îhtîmal û gumana belavbûna cûreya nû ya vîrusa Koronayê ya "Delta"yê, Wezîrê Tendirustiyê eşkere kir: “Mixabin careke din hejmar û rêjeya pêketiyan û razana li nexweşxaneyan ji ber vîrusa Koronayê li gor hefteyên berê du qat zêde bûye, tika ye bi cidî werbigrin û rêkarên xweparastinê bi cih bînin, maskan bi kar bînin û ji qerebalixiyê dûr bikevin, ji xwe û malbat û zarokên xwe agahdar bin, werin em hemû alîkariya hev bikin û rê li ber zêdebûna tundiya nexweşiyê bigrin û Kurdistana xwe biparêzin.”