Li Silêmaniyê cûreya Delta bilez zêde dibe: 8 kesên din bi koronayê mirin

21 July 2021 20:14 0 dîtin
Li Silêmaniyê cûreya Delta bilez zêde dibe: 8 kesên din bi koronayê mirin

PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê di nava 24 saetên borî de 8 kesên din bi koronayê mirin.

Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê li ser zêdebûna pêketiyên koronayê û zêdebûna cûreya Delta ya Koronayê hişyarî da ku pêketineke bilez a wê cûreyê heye.

Rêveberê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ji K24ê re daye xuyakirin, cûreya Delta ya vîrusa Koronayê li Silêmaniyê bilez zêde dibe û ragihandiye, li Silêmaniyê di nava 24 saetên dawî de 8 pêketiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiya Kurdistanê tenê li bajarê Silêmaniyê ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê heta îro, 2 hezar û 117 kesan can daye û 67 hezar û 711 kes jî pê ketine ku niha 5 hezar 323 pêketî di bin tedawiyê de ne.

Li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê bi giştî heta niha 4 hezar û 626 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 hezar û 594 kes di bin tedawiyê de ne û hejmara pêketdiyên giştî bûye 208 hezar kes.