Berzencî: Cûreya Delta hatiye dîtin, hejmara nexwesên giran du qatan zêde bûye

15 July 2021 14:52 0 dîtin
Berzencî: Cûreya Delta hatiye dîtin, hejmara nexwesên giran du qatan zêde bûye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî eşkere kir ku cûreya vîrusa koronayê ya Delta li Herêma Kurditanê hatiye tomarkirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, li gor raporta Koronayê ya heftane, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde dibe û hejmara pêketiyên li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de dimînin, du qatan zêde bûye.”

Dr. Saman Berzincî aşkere kir: “Piştî şopandin û derketina encamên testên kesên gumanlêkirî, piştrast bû ku cureya Koronaya Delta li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.”

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir: “Li gor raportan, ev cureya Koronayê bileztir belav dibe, ji ber wê hêvîdar in hemû kes xwe biparêzin û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin.”

Dr. Berzencî da xuyakirin: “Wek Wezareta Tenduristiyê, em niha nîgeran in ji ber ku welatî li cihên geştiyariyê maskan bi kar nayînin û xwe ji Koronayê naparêzin. Daxwazê ji welatiyan dikin em hemû rêkar û rênimayên li dijî Koronayê cibicî bikin.”