Riyadê ragihand ku heyva destpêka Remezanê hatiye dîtin
PeyamaKurd - Dîwana Mîrektiyê ya Erebistana Sihûdî ragihand ku meha Şabanê temam bûye û wê rojiya Remezanê roja Duşemê (Sibê) destpê bike.
Di daxuyaniya Dîwana Mîrektiyê de hate gotin ku Komîteya Çavdêriya Heyvê ya Dadgeha Bilind a Erebistana Sihûdî ragihandiye ku meha Şabanê wê di 10ê Adarê roja Yekşemê (îro) de temam bibe û wê rojiya Remezanê jî roja duşemê dest pê bike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji alî Navenda Çavdêriyê ya Hautat Sudair û El-Harîq ve heyy hatiye dîtin.
Li gor vê daxuyaniyê wê alema Îslamê îşev yekem paşîva xwe ya Remezana sala 2024an bixwe.
Pispor hişyarî didin û dibêjin ku divê mislimanên di meha Remezanê de rojiyê digirin di şîv paşîvê de zêde xwarinê nexwin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin