Erdogan ji bo Cejna Remezanê qedexe ragihand

18 May 2020 20:53 0 dîtin
Erdogan ji bo Cejna Remezanê qedexe ragihand

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji erefeya cejnê 23yê Gulanê heta piştî Cejna Remezanê 26ê Gulanê li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ragihand.

Erdogan di çarçoveya tedbîrên bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de çend biryarên nû ragihandin. Erdogan got ku heger rewşa belavbûna koronayê ber bi xeterê ve here ew dê tedbîrên tundir werbigirin.

Li gorî daxuyaniya Erdogan, wê 23, 24, 25 û 26ê vê mehê li 81 bajaran derketina derve qedexe be heta dawiya cejnê.

Herwiha li 15 bajarên ku çûnûhatina wan hatibû qedexekirin jî qedexe bo 15 rojên din hat dirêjkirin.

Ji bo vekirina mizgeftan jî biryar hatiye dayîn, 29ê Gulanê roja Înê hinek mizgeftên li gorî rêkarên koronayê werin sazkirin vebin.

Erdogan ragihand ku wê dibistan jî heta meha îlonê ango heyama nû ya perwerdê girtî bin.