Li Iraqê bo Cejna Qûrbanê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Rêveberiya Bexdayê ragihand ku bi sedema zêdebûna haletên tûşbûna vîrusa koronayê di çend hefteyên dawî de, ji bo Cejna Qûrbanê qedexeya derketina derve û çûnûhatinê ragihand.
Hat ragihandin ku li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Tenduristiyê wê ji 30yê Tîrmehê heta 9ê Tebaxê di maweya rojên Cejna Qûrbanê de, qedexeya derve û çûnûhatinê bê sepandin.
Herwiha li ser krîza oksîjenê bo nexweşan jî hat ragihandin ku wê ji bo karsazên kargehên hilberandina tupên oksîjenê ava bikin, hêsankarî ji aliyê hikûmetê ve bê kirin.
Li gorî amarên fermî heta niha li seranser Iraqê 110 hezar û 32 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 362 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin