Li seranserê bajarên Iraqê qedexe hat ragihandin

29 August 2022 18:50 0 dîtin
Li seranserê bajarên Iraqê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Piştî ragihandina qedexeya li Bexdayê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê qedexeya hatûçûna giştî li seranserê Iraqê hat ragihandin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş îro 29ê Tebaxa 2022yan piştî biryara Muqteda Sedr a vekişîna ji siyaseta Iraqê û alozbûna rewşê, li seranserê Iraqê qedexeya çûnûhatina giştî ragihand.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, qedexe ji 7:00ê ve dest pê dike û heta demeke nediyar wê berdewam bibe.

Rêberê Tevgera Sedrê, Muqteda Sedir îro bi peyamekê ragihand ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye û piraniya sazî û dezgehên girêdayî tevgerê jî têne girtin.

Sedir gotiye, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî kişandiye, ew dê li Necefê wek lêvegereke mezin bimîne û wê “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” jî vekirî bimînin.